Skip to content
Artwork for SBS Kurdish - SBS Kurdî
NewsDaily NewsSociety & Culture

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Play
• 57 episodes
• Avg 15 min
• Kurdish
Counted on this page — what you have heard stays on this device, so it is not something the list can be paged by.
• Today · 5 min

Nûçeyên roja Sêşemê 20/10/2026

Di vê bûletene de: Nasnameya wî zilamî hat piştrastkirin ku tê îdiakirin êrîşî parlamenter Helen Haines kiriye... Banka Netewî ya Australya (National Australia Bank) dê 2.500 karan ji holê rake, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

#sbsaudiopodcast

• Today · 57 min

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 15/10/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn bi şêwirmendê derûniyê Hesen Salih re heye, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, podkasta Australya Çawa Kar Dike û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

#sbsaudiopodcast

• Thursday · 11 min

Alîkarî bixwaze: Bêdengiya li ser tenduristiya derûnî bişkîne

Meha Cotmehê Meha Hişyariya Tenduristiya Derûnî ye. Di vê çarçoveyê de, SBS Kurdî bi şêwirmendê derûnî Hesen Salih re li ser girîngiya tenduristiya derûnî, pirsgirêkên derûnî yên herî gelemper, rêyên birêvebirina stres û xemê, û awayên piştgirîkirina kesên ku bi dijwariyên hestyarî re rû bi rû dimînin, diaxive. Di vê hevpeyvînê de, em ê herwiha li ser stîgmaya li dora tenduristiya derûnî û girîngiya daxwazkirina alîkariyê rawestin.

#sbsaudiopodcast

• Thursday · 11 min

Nuçeyên roja Pêncşemê 25 10 2026

Di vê bûletene de: Di meha Îlonê de 39,000 kar hatin windakirin û rêjeya bêkariyê gihîşt ji sedî 4.7... Wezîra Ragihandinê pêşnûmeqanûnek derbarê erka lênerîna dîjîtal de pêşkêşî parlamenê dike... Û di warê werzişê de, Tîmê "Kangaroos" çavên xwe berdane serkeftineke din a Kûpa Cîhanê. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

#sbsaudiopodcast

• October 13 · 6 min

Nûçeyên roja Sêşemê 13/10/2026

Di vê bûletene de: Tê payîn ku hukumeta federal mûçeya zêdetirî 460,000 karmendên di warê lênerînê de were zêdekirin... Endazyarekî Australî piştî zêdetirî çar salan ya girtîmayîna li Iraqê, dengê xwe bilind dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

#sbsaudiopodcast

• October 2 · 7 min

Significance of breast cancer screening and awareness cannot be overstated - Girîngiya kontrolkirina penceşêra pêsîrê û hişmendî zêde nabe

Breast Cancer Awareness Month, observed in October, is the focus of our discussion with Dr. Maryam Akrawi from Melbourne. This disease significantly impacts many women across Australia, with a smaller number of men also being affected. On average, approximately 57 Australians receive a breast cancer diagnosis each day, culminating in over 20,000 new cases annually. - Em derbarê Meha Huşmendiya Şêrpenceya Memikan (Breast Cancer Awareness Month) bi Dr Meryem Eqrawî ji Melbourne diaxafin. Nixweşiya

• September 29 · 55 min

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 24/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîna bi oparêzerê koçberiyê Hîwa Zendî derbarê guhertinên nû di qanûnên koçberiyê de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

#sbsaudiopodcast

• September 25 · 9 min

Guhertinên nû di qanûnên kuçberiya Australya de

Wezîrê Koçberî û Hemwelatiya Australya di qanûnên koçberiyê de komek guhertinên nû anîye meriyetê. Parêzerê koçberiyê Hîwa Zendî di vê hevpeyvînê de derbarê bandora van guhertinan li ser xwendekarên navneteweyî, vîzeyên demkî û kesên ku bi guherandina vîzeyan hewl didin li Australya bimînin, agahiyan dide.

#sbsaudiopodcast

• September 25 · 11 min

Daxwaza edaletê ji bo kuştina Musa Enter û serkeftina Amedsporê

Rewşenbîrê Kurd Musa Enter, 34 salan berê li Amedê li taxa Seyrantepe, di temenê 78 salî de bi destê hêzên tarî hate kuştin. Doza wî demeke dirêje hatiye girtin. Kujer nehatin eşkerekirin. Di bîranîna wî de kurê wî û şagirdên Musa Enter doza edaletê daxwaz kirin. Amedspor li sehaya xwe tîmê navdar yê Tirkan Beşîktaşê 3-2 têk bir. Ev serkeftin Amedsporê kir e yekemîn di rêza serkeftina tîman de. Bi hezaran alîgir bi kêfa coş serkeftina tîmê xwe heta sibehê şahî kirin.

#sbsaudiopodcast

• September 24 · 10 min

Nuçeyên roja Pêncşemê 24 09 2026

Di vê bûletene de: OpenAI piştî binpêkirina Medicare ji aliyê ajanekî AI ve, fermana nirxandinê dide... Xi Jinping ji bo hevdîtinên bi Donald Trump re gihîşt Washingtonê... Socceroos amadekariyan dikin ku sibê Înê li Queensland li dijî Brezîlyê bilîzin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

#sbsaudiopodcast

• September 23 · 7 min

Nêzîkî 70 kes li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê jehrî dibin

Li Hewlêrê ji ber xwarina duner kebabê, nêzîkî 70 kes jehr dibin. Li gorî agahiyan, duner kebaba ku li ser erebeyekê hatibû firotin û bi awayekî neyasayî û bê destûr ew xwarina hatîye firotin. Kesên ku jehrî bûne, tûşî zikçûn û vereşiyê bûne.

#sbsaudiopodcast

• September 22 · 56 min

Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn, raport û mijarên din

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 17/09/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvînên bi Salah Pûresed, Rûnak Rad û Jîno Kardo re derbarê çaremîn bîranîna Jîna Emînî di Parlemana Federal ya Australye de. Nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.

#sbsaudiopodcast

• September 18 · 5 min

Nuçeyên roja Înê 18 09 2026

Di vê bûletene de: Partiya Keskan di navbera plana koçberiyê ya Partiya Kar û tedbîrên tund ên DYA de berawirdiyên nû dike... OpenAI derbarê tevgerên nîgeranker ên di modelên Hişmendiya Çêkirî de, şeş raporên nû eşkere kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

#sbsaudiopodcast

• September 17 · 8 min

Woman, Life, Freedom: Kurdish activists call for greater international support - Jin, Jiyan, Azadî: Çalakvanên kurd banga zêdetir piştgiriya navnetewî dikin

Four years after the death of Jina Amini, Kurdish community leaders and advocates gathered at Australia's Parliament House in Canberra to commemorate her legacy and call for greater recognition of the ongoing oppression of Kurds and other marginalised communities in Iran. Ronak Rad and Jino Kardo discuss the outcomes of their meeting in Parliament House, highlighting transnational repression, threats to diaspora communities, and the need for greater international awareness of human rights violat

• September 17 · 10 min

Nuçeyên roja Pêncşemê 17 09 2026

Di vê bûletene de: Hukûmeta federal guhertinên berfireh di sîstema koçberiya Australya de eşkere dike… Tê texmînkirin ku Banka Navendî ya Australya rêjeyên fayîzê zêdetir bike… Dozger red dikin ku doza bi dehan salan a zaroka windabûyî Cheryl Grimmer ji nû ve vekin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

#sbsaudiopodcast

• September 17 · 5 min

Daxuyaniya rêxistinên sivîl û serdanên Fîdan û Erdo gan ya Amedê

Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de, behs li ser daxuyanîya li dijî bûyerên li Kobaniyê dibe. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di daxuyaniyê de buyeran weke proveksiyon pênase dikin. Herweha behs li ser serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û kurê Erdogan, Bîlal Erdogan ku hefteya borî di demên cuda de hatin Amedê û li ser pêvajoyê peyam dan.

#sbsaudiopodcast

• September 16 · 7 min

Budceya Iraqê ya 2027an metirsiyan bo Herêma Kurdistanê peyda dike

Raporta Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê diyar dike ku hevdîtinên wan ên bi Bexdayê re bo diyarkirina budceya texmînî ya sala 2027an ji ber sepandina sîstêma navendî û neheqiya di dabeşkirina mafên darayî de bêencam mane. Di civînan de Herêmê daxwaza 11 trîlyon û 717 milyar dînarî bo mûçeyên fermanberan kiriye, lê Bexda tenê bi 10 trîlyon û 210 milyar dînarî razî bûye. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

#sbsaudiopodcast

• September 16 · 6 min

"Şoreşa jin, jiyan, azadî bû dirûşmeke cîhanî ku li Kurdistanê dest pê kir"

Rêber û çalakvanên Kurd li Parlemana Australya li Canberra kom bûn da ku salvegera çaremîn a mirina Jîna Emînî bi bîr bînin û daxwaza gavên berfirehtir ji bo mafên mirovan li Îranê bikin. Em bi Selah Pûresad re, ku nûnerê Hizbî Demokratî Kurdistan-Îran re, derbarê zextên berdewam ên li ser Kurdan, pêwîstiya Îraneke demokratîk, sekuler, federal û pirçand û girîngiya berdewamiya berxwedana Kurdan de diaxivîn. Herwiha wî behsa bandora nakokiyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de kir û tekezî li

• September 15 · 6 min

Nûçeyên roja Sêşemê 15/09/2026

Di vê bûletene de: Pauline Hanson ji ber şîroveyên xwe yên derbarê xwecihiyên Australya û dayika Serokwezîr rehmetî de lêborînê dixwaze... ASIO hişyariyê dide ku zarokên Australî li ser înternetê ber bi radîkalbûnê ve têne kişandin... Rêveberiya Trump gavan davêje da ku sînorên derdanên karbonê yên ji bo santralên elektrîkê yên bi komir û gazê dixebitin li Dewletên Yekbûyî rake. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

#sbsaudiopodcast

Showing 1–20 of 57 episodes