Skip to content
Artwork for Perxudres Podcast
Society & CulturePersonal Journals

Perxudres Podcast

Perxudres Medya

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

Play
  • 45 episodes
  • Avg 5 min
  • Kurdish
Counted on this page — what you have heard stays on this device, so it is not something the list can be paged by.
  • Monday · 5 min

    #485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast

    🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan. Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin. Baş e, çi ye derdê wetandaşên Fransayê, çi dixwazin û rêber û rayederên dewletê ser protestoyan çi dibêjin, çi tevdîrê digerînin? Li Ewrupayê yek ji ekonomîyên mezin Fransa ye, bes li vî welatî kultûra protestoyê jî geş û şên e û kokên wê heta sala 1789an, heta wê sala şoreş û îhtîlalê jî diçe. Karker û rêncber, sendîka, gêncên li lîse û unîversîteyan dixwînin dema xizmetên dewleta xwe naecibînin bi protestoyan dadikevin meydanan. Salên dawî li Fransayê ser bac û xeracên dewletê, ser xizmetên xerab, ser bihabûna heyatê gelek protesto çêbûn. Eylûla 2026an li Parîsê gêncên lîseyan ser problemên sîstema xwendinê dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin mekteb di halekî xerab da ne, mamoste kêm in û sinif qelebalix in. Tesîra protestoyên li Parîsê di demeka kin da gihîşt bajarên din jî. Sendîkayan destek dan protestoyan û bi sed hezaran kes daketin meydanan. Xêncî mamosteyan, kal û pîrên karkenar, ewên emeklî jî di van protestoyan da destek dan gêncan. Bi van protestoyan Hereketa Êlegzeran careka din rabû. Hereketa Êlegzeran sala 2018an di wan meş û mîtîngan da, ku ser bihabûna heyatê û nebûna edaletê bûn, bi destê milet çêbûbû. Sendîka dibêjin heyat li Fransayê pir biha bûye û milet ji ber bac û xeracan nikare îdare û debara xwe bike, rêber û rayedarên dewletê jî dibêjin ne tenê li Fransayê, li dinê her derê rewş wisa ye. Di protestoyên pêşî yên payîza 2026an da, destê gêncekî 15 salî qut bû û bi vê yekê girjîya li Fransayê hîn jî gur bû. Polîsan heta niha ji protestoyan bi hezaran kes desteser kirine. Serokomarê Fransayê Emmaneula Macron ser gurbûna protestoyan, talankirina dikanan, şewitandina daîreyên dewletê, got, Fransiz çawa dikarin tiştên wisa li Fransayê bikin? Wezîrên hikûmetê jiber protestoyan çepa radikal sûcdar dikin û dibêjin li çend bajaran kontrol ji destê polîsan derketiye, polîs li ber protesteran kêm mane. Ji wezîran, wezîrê karên hindur Laurent Nunez ser vê rewşê xwest îstîfa bike, ji kar vekişe, lê Emmanuel Macron ew îstîfa qebûl nekir. Wetandaşên Fransayê dikê Nîsan û Gulana 2027an jibo hilbijartina serokomarîyê herin sindoqan. Emmaneul Macron du dewran serokomarê Fransayê bû û qanûnên welêt rê nadin ku ew cara sisêyan jî bibe namzed. Anketên dawî raber dikin ku Marine Le Pen a radîkal rast tê hesibandin li pêş e. Le Pen ya bi gotinên xwe yên dijî koçberan tê naskirin hilbijartina sala 2012an di tûra yekê da, sala 2017 û sala 2022yan jî di tûra duduyan da der dabû. Di anketan da li rêza duduyan Jean-Luc Mélenchon heye, ew jî radîkal çep tê hesibandin. Emmanuel Macron ser protestoyên dawî dibêje, Jean-Luc Mélenchon milet manîpule dike, protestoyan sor û gur dike. Jean-Luc Mélenchon di sê hilbijartinên dawî da jî bû namzed, lê ti carî nema tûra duduyan. Wer tê xanê ku Fransaya ronahî û rewşenê, ketiye dewreka teng û tarî. Hinek gêncên nû radibin, dibêjin, ne çep ne jî rast, serok, sîyaset, parlamento ji milet pir dûr ketine, ji milet pir dûr dikevin. Eger sîstem çare dermanekî nebîne, dewr û dûzeneka nû destpê neke, çep be jî sîyaset rast be jî, wer tê xanê ku wê protesto hîn pir dewam bikin. 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e. ⁠

  • Monday · 2 min

    #484. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Paradoksa Darê

    ✉️🎧Di van demên dawîn da ez li darên tik û tenê rast têm; darên li orta erdan tik û tenê. Ew darên tik û tenê hem xeman diavêjin dilê min, hem jî carinan hizûrê didin min. A rast jiber ku ez însanekî depresîf-realîst im, bi wan daran zêdetir xem li dilê min dikeve. ''Darên tik û tenê'' dibêjim, ''mîna me, mîna me bi hezaran kesan.'' Carinan jî dibêjim ‘’Çi manzareyeka xweş bi dareka tik û tenê..’’ Dar tesîreka paradoksî li min dike: ''Çi xweşik e, li ser xwe ye, li ber xwe dide'', dibêjim, lê dibêjim, ''çiqas tik û tenê ye..'' Ma jîyan bi xwe ne paradoksek e? Ma ne jibo mirinek hebe, pêşî hebûnek lazim e? Ma fîzîk jî nabêje pozîtîf û negatîf hevdu dikişînin? Berê darên ewqas tik û tenê tunebûn li dora me. Di nav erdên sor da, di nav ew erdên bi bereket da gelek dar hebûn. Teknolojî pêş ket û makîneyên fantastîk derketin. Mîna gur bikeve nav pez, însan bi wan makîneyên fantastîk ketin nav wan daran û ew kuştin. Di van demên dawîn da her gava ku ez dareka tik û tenê dibînim, piçekî disekinim li ber û paşê diçim ji wir, tiştek dimire ji min, tiştek ji min dimir.. Guhdar Birûskovîç Fotografa li qapaxê: Guhdar Birûskovîç *** 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.

  • Saturday · 2 min

    #483. Serhildan Z.

    Di vê xelekê da ew gêncên hanê hene ku li Fransayê serî hildane. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

  • Thursday · 3 min

    #482. Kürtçe Ezan

    Di vê xelekê da bi minaqeşeyên ser azana bi Kurdî azana bi Tirkî heye. Fotografa li qapaxê: Sadettin Kaynak. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

  • October 11 · 4 min

    #481. 25 Sal AK Parti û Recep Tayyip Erdoğan

    Di vê xelekê da çîroka avabûna AK Partiyê û rêberîya Recep Tayyip Erdogan heye. Fotografa li qapaxê: Recep Tayyip Erdogan avabûna AK Partiyê radigihîne, 2001.

  • October 10 · 2 min

    #480. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Ji Bîra Min Naçe

    ✉️ Di vê xelekê da Guhdar Birûskovîç bi mektûbekê dide dû wê topa ji bîra wî naçe. 👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ 👉KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • October 9 · 5 min

    #479. Mektûba Guhdar Penaber: Mirineka Berî Mirinê

    ✉️ Di vê xelekê da Guhdar Penaber bi mektûbekê li heyata xwe ya nû dinêre, li 6 salîya xwe. Fotografa li qapaxê: Guhdar Penaber 👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ 👉KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • October 8 · 5 min

    #478. Obsesyon, Depresyon, Koleksîyon | Amadekar: Kevok Memedyan

    Kevok Memedyan di vê xelekê da li pey nexweşîyên rihî dikeve. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: omerfarukbaran@hotmail.com

  • October 6 · 3 min

    #477. Mektûba Guhdar Rihan: Keça Bavê Xwe

    📌Di vê xelekê da Guhdar Rihan li mala xwe li hezkirinê digere. Resima li qapaxê: Camille Pissarro (1830–1903) 👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ 👉KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • October 5 · 7 min

    #476. Mektûba Guhdar D.: Ez û Celal û Dîniktîya Me

    Di vê xelekê da Guhdar D. bi mektûbekê li xwe, li porê xwe, li Celalê li serê sibê li rê dinêre, tevî stranekê. Fotografa li qapaxê: Guhdar D. Muzîka li dawîya xelekê, ji arşîva Can TV hatiye girtin.

  • October 5 · 5 min

    #475. Li Bîra Zarotîyê Xewnerasta Doktor Rodî | Amadekar: Hêvîgeş Bêrtî

    Hêvîgeş Bêrtî di vê xelekê da bi bîra xwe li dû şev û şiîrên bi Doktor Rodî dikeve. Fotografa li qapaxê: Doktor Rodî, salên 1970î, ji arşîva Ferzan Berîtan. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: omerfarukbaran@hotmail.com

  • October 4 · 2 min

    #474. Eylûl 2026: 79 Destekçî - 535 Dolar

    📌Lînka Destekê: 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast 🎶 Stran: Hîvî

  • October 1 · 2 min

    #473. Mektûba Guhdar S.A.: Bo Keçikên Min Hezkirinek

    Di vê xelekê da Guhdar S.A. bi mektûbekê yeksalîya keçikên xwe yên cêwî pîroz dike û dilê bavekî raber dike. Foto: Destên keçikên Guhdar S.A. 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • September 30 · 5 min

    #472. Çima Supermanekî Me Tune? | Amadekar: Kevok Memedyan

    Kevok Memedyan di vê xelekê da bi gazinc behsa nebûna edebîyat û sînemaya me ya fantastîk dike. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: omerfarukbaran@hotmail.com

  • September 28 · 4 min

    #471. Mektûba Guhdar Ş.: Nêzîk Dûr Mirin | Kurdish Podcast

    Di vê xelekê da Guhdar Ş. bi mektûbekê li mirinê, li zewacê, li heyatê dinêre. 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • September 25 · 12 min

    #470. Me Çi Xwend Çi Nexwend Çi Xwend Çi Nexwend | Kurdish Podcast

    Di vê xelekê da bi kitabeka Fahriye Adsayê hazir kiriye tecrûbeyên xwendinê hene. 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • September 17 · 3 min

    #468. Mektûba Guhdar QWXWX: Sal û Zeman û Xem

    Di vê xelekê da Guhdar QWXWX. -bo me jî xwendina navê wî zor bû - bi mektûbekê li sal û zeman û xeman dinêre. Resima li qapaxê: Vincent van Gogh 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

  • September 17 · 4 min

    #467. Yektan Türkyılmaz Kî Ye, Dostê Kê Ye? | Kurdish Podcast

    Di vê xelekê da tevî fikir û fikarên Yektan Türkyılmaz, heyata wî heye. Fotografa li qapaxê ji Kovara Dilopê hatiye girtin. Strana li dawîya xelekê ji plakeka Bilbil Records, Georgiana Sharki, sung by Vahan Boyajian. 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

  • September 16 · 3 min

    #466. Qehweyekê Bide Perxudres Podcastê ☕️

    🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Resima li qapaxê: John Frederick Lewis (1857) Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

Showing 1–20 of 45 episodes